Ermenîstan: Di 'wê' mijarê de me bi Tirkiyeyê re li hev kir

Ermenîstan: Di 'wê' mijarê de me bi Tirkiyeyê re li hev kir

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di civîna Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsê de têkiliyên bi Tirkiyeyê re nirxand.

Mîrzoyan diyar kir, Ermenistan û Tirkiye "amade ne" ku heta destpêka demsala tûrîzmê ya sala 2023an sînor ji welatiyên welatên sêyemîn û xwediyê pasaportên dîplomatîk re vekin.

Mîrzoyan herwiha got: "Me bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re careke din tekez kir ku em amade ne berî destpêkirina werza geştiyarî ya îsal, sînorê Ermenistan-Tirkiyê ji bo welatiyên welatên sêyemîn û xwediyê pasaportên dîplomatîk vekin."

Mîrzoyan got da zanîn, hikûmet ji bo ku ev plan bi pêş ve biçe dixebite.

Herwiha eşkere kir, "Nûqteya kontrolê ya bejahî ya Margara ya li ser sînorê Ermenistan-Tirkiyeyê di Sibata îsal de piştî 30 salan cara ewil ket meriyetê. Wê demê Ermenîstanê alîkariyên mirovî û tîmên rizgarkirinê şandin herêmên erdhejzedeyên Tirkiyeyê. "

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin