PeyamaKurd – Seroka şaredariya Diyarbekirê ya berê Gültan Kışanak ji aliyê serdozgeriya bajarê Ankara de, di çarçoveya lêpirsîna doza Kobaniyê de ji zîndanê, bi rêya sîstema dîmenî û dengî SEGBİS ê îfade da serdozgeriyê. Di derbarê Gültan Kışanakê de car din biryara zîndanîkirina wê hat dayîn lê parelementera berê ya Mêrdînê ya HDP ê Gülser Yıldırım bi şertê kontrola edlî serbest ma.
Şaredara berê ya Diyarbekirê Gültan Kışanak niha ji ber tewanên din di zîndanê de ye. Eger ji wan tewanan rizgar jî bibe, wê zîndaniya wê ji ber lêpirsîna dosya Kobaniyê di zîndanê de bimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin