Reuters: 2 ajanên Îmarata Erebî li Stenbolê hatin binçavkirin

Reuters: 2 ajanên Îmarata Erebî li Stenbolê hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Ajansa Nûçeyan Reutersê wekî nûçeyeke lezgîn ragihand ku li Stenbolê 2 ajanên bi ser îstixbarata Îmaratên Erebî bi gumana sîxuriyê ji aliyê polîsên tirk ve hatine binçavkirin.

Li gor nûçeyê tê texmînkirin ku têkiliya yek ji wan kesên hatine binçavkirin îstixbarata Îmaratê bi kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçî ve heye.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku lêkolîn li ser têkiliya wan kesan a bi bûyera kuştina Cemal Kaşikçî tê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin