Li Gazzeyê ragihandin û înternet bi temamî qut bûn!

Li Gazzeyê ragihandin û înternet bi temamî qut bûn!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Gazzeyê dîsa ragihandin û înternet qut bûne û wiha hat gotin: "Em bi xemgînî radigihînin ku ji ber qutbûna tora navneteweyî dîsa xizmetên înternetê bi temamî qut bûne."

Şîrketa Telekomunîkasyonê ya Filistînê Paltel diyar kir, danê sibê li Şerîda Gazzeyê ragihandin û înternet bi temamî qut bûye.

Di daxuyaniya şîrketê ya li ser platforma Xê hat eşkerekirin, "Em bi xemgînî radigihînin ku ji ber qutkirina tora navneteweyî ya ku berê hatibû girêdan, hemî karûbarên ragihandinê û înternetê bi tevahî li Şerîda Gazayê qut bûne."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin