PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Dêrezorê di şerê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û koma çekdar a bi navê Dîfa El Wetenî de pevçûnekê rû daye û di encame de endamê Dîfa El Wetenî hatine kuştin.
Li gor jêderên herêmî, şervanên QSD’ê li Dêrezorê hewldana şervanên Dîfa El Wetenî ya daketina bajarokê Baxozê şikandin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand ku hêzeke Difa El Wetenî yên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê xwestine derbasî bajarê Baxoz bibin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di navbera şervanên QSD’ê û Dîfa El Wetanî de şer derketiye.
Li gorî daxuyaniyê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê bersiv dane hewldana hêrişa Difa El Wetenî û gelek endamên Dîfa El Wetenî hatine kuştin.
Hate diyarkirin ku cenazeyên 2 endamên Dîfa El Wetenî yên hatine kuştin û hin çek jî ketine destê QSD’ê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin