Li Îstenbolê 4 dewlet bo Îdlîbê dicivin

Li Îstenbolê 4 dewlet bo Îdlîbê dicivin

PeyamaKurd- Civîna amadekariyê ya ku wê Tirkiye, Almanya, Fransa û Rûsya tê de bicivin li bajarê Îstenbolê li Qesra Dolmabahçe destpêkir. Civîn bi mazûrvaniya şîretkarê serokkomarê Tirkiye İbrahim Kalın e û siet di 14.00an de destpêkir.

Di vê civîna pêş de bo amadekariyê li ser navê serokwezîra Almanya Angela Merkel şîretkarê netewî Jan Hecker, şîretkarê serokê Fransayê yê Emmanuel Macron Philippe Etienne û serşîretkarê serokê dewleta Rûsyayê yê Vladimir Putin Yuri Ushakov tevli civînê dibin.

Ji bilî van temsîlkaran ji 4 dewletan heyetên teknîkî dikevin civînê û rojeva civînê bo amadekariya civîna ku serokên dewletan tevli bibin e. Di nava mijarên civîna mezin de wê mijara agirbesa li Îdlîbê û parastina sîvîlan hebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin