Kongreya YNKê bo 21ê mehê hat pasxistin

Kongreya YNKê bo 21ê mehê hat pasxistin

PeyamaKurd - Kongreya 4an a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku çav li rê bû 7ê meha Kanûnê were lidarxistin, hat paşxistin.

Encumena serkirdetiya YNKê di civîna xwe ya îro de ku taybet li ser dema kongreyê bû, biryara paşxistina kongreyê derxist.

Li gorî ragihandina medya nêzîkî YNKê, çaremîn kongreya YNKê biryar bû roja 7 vê mehê were kirin ji bo roja 21ê vê mehê hatiye paşxistin û roja 9 mehê jî konferansên melbendên YNKê werin lidarxistin.

YNK sala 1975an ji aliyê Celal Talebanî ve hatiye damezirandin ku heta niha 3 kongreyên xwe çêkiren. Kongreya çaran a YNKê divîyabû sala 2010an were lidarxistin, lê belê ji ber gelek sedemên navxweyiya partiyê ev 90 sal in kongreyên YNKê nehatine lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin