Kesekî di çemê Batmanê de wenda bû

Kesekî di çemê Batmanê de wenda bû

PeyamaKurd- Li bajarê Batmanê kesekî bi navê Suleyman Çelik li gundê Kêrikê bi hevalên xwe re çû da masiyan bigre. Di dema girtina masiyan de mêzêna xwe wenda kir û kete nav çemê Batmanê. Pêlên avê wî bi xwe re birin. Li ser bûyerê hevalên wî xeberê dan îtfaiyê, tîmên tenduristiyê 112 û têmên rizgarkirinê yên AFAD ê.

Tîmên ku hatin ciyê bûyerê di çem de li Suleyman Çelik geriyan lê bi sedema ku tarî ket erdê nema karibûn bixebitin. Xebata wan dê sibê serê sibê dewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin