PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Lorîstanê bi sedema tewana êrîşa terorî 2 kesên ku cezayê îdamê dabûn wan, hatin didardekirin.
Li gor ragihandina medya dewletê; di sala 2019 an de, di êrîşekî de 2 wezîfedarên asayîşê hatibûn kuştin û her dû kesên didardekirî, ji heman sûcî hatibûn darizandin.
Serokê edliya Loristanê Muhammed Rezmî ragihandiye ku her dû kes piştî hatine girtin, wan derxistine ber dadgehê û cezayê îdamê dane wan û katine îdamkirin. Rezmî weha got:
“Di îfadên van kesan de li seranserê Loristanê plan kirine ku nîzama asayîşê têkibibin bibin û diyar kirine.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin