PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada siyasî ya Kubayê hatin ragihandin, piştî hevdîtinên li Kubayê ku ligel Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hatibûn kirin, hin peymanên hevkariyê hatin çêkirin.
Li gorî hat ragihandin, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, ji aliyê Serokomarê Kubayê Miguel Diaz Canel ve bi merasîmeke dewletê hat pêşwazîkirin.
Hat diyarkirin ku piştre herdu rêber beşdarî "Forûma Aborî ya Îran-Kuba" bûn ku bi beşdariya karsazên Kuba û Îranê hat lidarxistin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di merasîma destnîşankirinê ya ku li Koşka Şoreşê hat lidarxistin û di navbera şandeyan de bi armanca geşkirina bazirganiyê di navbera herdu welatan de 6 peymanên hevkariyê hatin destnîşankirin.
Li gorî hat diyarkirin, di naveroka peymanan de hevkariya berfireh a navdewletan, şêwirên siyasî yên di navbera wezaretên derve, telekomunîkasyon, teknolojiyên agahdarkirinê, agahî û xizmetguzariyên portableyê hene.
Hat zanîn ku Canel bal kişande ser yekîtî û hevkariya di navbera herdu welatan de û diyar kir ku Kuba û Îranê li ser redkirina dorpêçên yekalî li hev kirine û têkiliyên bazirganî dê zêdetir berfireh bibin.
Li gorî hat ragihandin, Îbrahîm Reîsî jî bal kişande ser wê yekê ku kûrkirina pêwendiyên Îranê bi welatên navçeyê re xaleke werçerxê ye û tevî dorpêçên aborî, bazirganiya bi Kuba, Nikaragua û Venezuelayê re ber bi rêyeke rast ve diçe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin