PeyamaKurd- Li Başûrê Iraqê ev 10 roj in ku çalakî û protestoyên li dijî hikûmetê dewam dikin. Heta niha 5 çalakvanan jiyana xwe ji dest daye û exlebê wan hêzên ewlehiyê, tevde 190 kes jî birîndar bûye.
Li Iraqê protesto dewam dikin. Çalakvan dixwazin ku şertên jiyanê werin başkirin. Herî dawî protesto li paytextê Iraqê li Bexdayê jî dest pê kirin. Li gelek bajarên Iraqê protesto û derketina sikakan hate qedexekirin. Hêzên ewlehiyê jî bertekên tund nîşanî çalakvanan dikin.
Îxracata nefta Iraqê bi piranî li Başûrê Iraqê li bajarên Zikar, Babîl, Meysan, Diwaniyyê û Necefê tê kirin. Di 8ê Temûzê de li van bajaran protestoyan dest pê kiribû û taliyê protesto gihane Bexdayê jî.
Ji ber ku li Iraqê av û ceyran her gav têne qutkirin û gendeliya zêde di hizmetên dewletê de heye û feqîrî jî pir zêde bûye gelê herêmê hikûmetê protesto dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin