HSDê li bakurê Dêre Zorê li dijî DAISê operasyonek pêk anî

HSDê li bakurê Dêre Zorê li dijî DAISê operasyonek pêk anî

PeyamaKurd - Hêzên HSDê bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke taybet li bakurê Dêre Zorê pêk anîn.

Li gor çavkaniyên herêmî, şeva borî, hêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya balafirên şerî yên Hevpeymaniya Navdewletî bi ser gundê el-Xirêbe el-Şerqiye li nêzîk bajarokê el-Sûr li bakurê Dêre Zorê de girtin.

Li gor heman çavkaniyan, operasyona hêzên HSDê li dijî şaneyên veşartî yên rêxistin terorê ya DAIŞê li wê navçeyê bûye û heta derengiya şeva borî berdewam kiriye.

Li gor çavkaniyên herêmî, çalakiyên Rêxistina DAIŞê li wan navçeyan zêde bûne, lewma hêzên HSDê operasyonan li dijî şane û endamên DAIŞê encam dide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin