PeyamaKurd - Ji ber Amerîka çekan dide artêşa Ûkraynayê, Rûsya nota da Amerîkayê. Ragihandin ji aliyê televizyona CNN ê ya Amerîka de hat kirin û bingeha nûçeyê birin ser du rêvebirên Amerîkayê yên di asta bilind de. Li gor ragihandinê; ji ber Amerîka desteka çekan dide Ûkraynayê, Rûsya mijarê protesto kiriye û ji wezareta karên derve ya Amerîkayê re gotiye eger ev destek dewam bike, wê Amerîka encamên destekê bide ber çav.
Nota ya ku Rûsya daye Amerîkayê, nota di asta "Demarş" de ye û ev nota piştî ku serokê Amerîkayê Joe Biden got ku biryarê daye da bi miqdarê 800 mîlyon dolarî wê alîkariya Ûkraynayê bike, nota hatiye dayîn.
Niha herkes tewrê Rûsyayê meraq dijke bê piştî notayê wê çi bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin