Wezîrê Siûdî Îran bi rawestandina hevdîtinan tawanbar kir

Wezîrê Siûdî Îran bi rawestandina hevdîtinan tawanbar kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Faysal bîn Ferhan el Siud, derbarê helwesta Îranê ya di gera 7emîn a danûstandinên rêkeftina nukleerî yên li Viyenayê didomin de, ragihand ku Îran danûstandinên ser peymana atomî radiwestîne.

Faysal bîn Ferhan el Siûd piştî civîna welatên Kendavê ku doh li Riyadê hatibû lidarxistin, bersiva pirsên rojnamevanan da û got, ew hevdîtinên li Vîyenayê ji nêz ve dişopînin û helwesta Tahranê rexne kir.

Wezîrê Siûdî diyar kir ku ew hêvî dikin, Îran helwesta xwe biguherîne û rê li ber pêşveçûna danûstandinan veke û wiha pê de çû: “Bi şertê ku hemû gumanê me rabin, em ji danûstandinan re vekirî ne.”

Piştî hatina ser kar a rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden, 6ê Nîsanê hevdîtinên Vîyenayê ji nû ve hatibûn destpêkirin ku 7 car in welatên beşdarên peyamana nukleerî ya bi Îranê re li hev rûdinin û ti pêşketinek heta niha nehatiye bidestxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin