Finlandiya: Me hîn biryara sandina tanqan nedaye

Finlandiya: Me hîn biryara sandina tanqan nedaye

PeyamaKurd- Serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marin diyar kir ku di derbarê şandina tanqên Leopard ên Alman ên ku lîsansa hinardeyê hatine wergirtin, ji bo Ukraynayê hîn biryar nehatiye dayîn.

Sanna Marin, di derbarê rewşa tanqên Leopard de nirxandin kirin ku Almanyayê destûra hinardekirina wan daye.

Marin diyar kir ku rewşa Finlandiyayê bi hinceta ku bi Rusyayê re hevsînor e, ji welatên din hinekî cudatir e û da zanîn ku heta niha, di mijara şandina tanqên Leopard a ji bo Ukraynayê, biryar nehatiye dayîn.

Serokwezîra Finlandiyayê Marin destnîşan kir ku Finlandiya û Swêd, dixwazin bi hev re bibin endamên NATOyê û got, "Em nikarin bandorê li biryarên Tirkiye û Macarîstanê bikin. Me ji wan re got ku em dixwazin di heman demê de bi Swêdê re bibin endamên NATOyê. Divê beriya her tiştî, Finlandiya bibe endam, Swêd li bendê bimîne. Di lobiyê de ji bo plansaziya parastinê ya NATOyê dê pirsgirêk be." 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin