Hizbullah: Em ji wan pevçûnan ne berpirsiyar in

Hizbullah: Em ji wan pevçûnan ne berpirsiyar in

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullahê yê Lubnanê Hesen Nasrallah ragihand ku têkiliya wan ji nêzîk û dûr bi pevçûnên ku ev 6 roj in li Eyn Helvaya mezintirîn kampa penaberên Filistînî li welêt dewam dikin, tuneye.

Hesen Nasrallah, bi rêya vîdeo konferansê beşdarî bernameya ku ji aliyê partiya xwe ve hatibû organîzekirin bû û li ser pevçûnên ku ji 29ê Tîrmehê vir ve li Eyn El-Helvayê rû didin rawestiya.

Nasrallah destnîşan kir ku heman dezgehên çapemeniyê yên ku Hizbullah bi teqîna bendera Beyrûtê ya di 4ê Tebaxa 2020an de sûcdar kiribûn, wî bi Eyn Halva tawanbar dikin û diyar kir ku ev ne hewce ne.

Nasrallah di dewama axaftina xwe de got, "Em ji pevçûnên li Eyn Halvayê ne ji nêz û ne jî ji dûr ve berpirsyar in. Em li dijî vê pevçûnê ne û ji bo çareseriyê dixebitin."

Di şer û pevçûnên di navbera komên Filistînî ku Tevgera Fetih jî di nav de ye, ji 29ê Tîrmehê vir ve 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin