Antony Blinken bi Netenyahu re hevdîtinekî pêkanî

Antony Blinken bi Netenyahu re hevdîtinekî pêkanî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu re hevdîtinekî pêkanî. Blinken ji 7 ê Cotmehê de heya niha cara 6em e ku seredana Rojhilata Navîn dike û bi serpereştên dewletan re hevdîninan dike.

Blinken, do jî li Qahîrê bi serpereştên welatên Ereb re civînekî li dar xistibû. Blinken îro bi balafireka leşkerî ya hêzên hewayî ya Amerîkayê çû Îsraîlê. Blinken bi Benyamin Netenyahu re li ser peyamana agirbesekî bi Hamasê re ku di navde serbest berdana esîran jî heye, bi Netenyahu re tenha hevdîtinekî kir.

Dibe ku Blinken bi endamên kabîneya şer yên Îsraîlê re civînekî bike. Heya niha diyar nîne bê wê agirbesekî di navbera Hamas û Îsraîlê de bibe an na.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin