PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş li ser biryara ji nû ve vekirina doza bûyerên 6-8ê Cotmeha 2015an û girtinê, ji girtîgeha Edirne bi riya parêzeran li ser twitterê daxuyanî dan.
Demirtaş bal kişand ser yasaya ku bi navê reforma darazê û edaletê tê amadekirin û li ser biryara ji nû ve girtin û lêpirsîna bo heman dozê wiha got:
“Di darazê de edalet û reform? Ha ji we re reform: Li ser bûyerên 6-8 Cotmehê ez û Fîgen xanim ji xwe girtî dihatin darizandin. Vê sibehê Serdozgeriya Komarî ya Enqerê, ji heman tawanê li dijî qanûnanê, ji bo min û Fîgen xanim (hevseroka berê ya HDP) cuda cuda li ser lêpirsînê biryara girtina me derxist. Yanî daraz nîne, edalet nîne, qanûn nîne, dadger nîne. Ne tenê ji bo me, ji bo ti kesî ji we jî nîne.”
Demirtaş di berdewamê de jî silavên xwe ji her kesî re şandin û got, “Em baş in, moralê me baş e, sûcê me nîne û em bihêz in.”
Dadgeha Tirkiyê bersiv da serlêdana parêzerên Demirtaş: Bila dîsa bê girtin!
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin