PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Valdimir Putin Peymana Kêmkirina Sîlihên nû yên Stratejîk bo 5 salan ku dirêj dike, îmze kir. Peyaman îmzekirî heya sala 2026 an e.
Amerîka û Sowyet Rûsya berê di sala 1991an de û car din Amerîka û Federasyona Rûsyayê di sala 1993 an de weka dewama peymanên START 1 û START 2 yê peymana New START ê îmze kiribûn û peymana navborî peymana herî dawiye di navbera her dû welatan de ye.
Peyman, bo sîlihên nukleerî yên menzîldirêjên bi serik sînor datîne. Peyman di 5 ê sibata 2011an de ketibû rê û bo 10 salan hatibû îmzekirin ku di 5 ê sibata 2021 ê de diqede. Heman peyman niha heya 5 ê sibata sala 2026 ê hat dirêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin