PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo sersala nû ya koçî, peyamek belav kir û mislimanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Bi helkefta yekê Muherrem û serê sala nû ya koçî, pîrozbahiyê li tevahiya mislimanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû ya koçî, ji bo hemû mislimanan û mirovayetiyê bi giştî saleke pir bereket û xêr û xweşî bê.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im sala nû dawiya derd û bela û êş û giriftan li gel xwe de bîne, ji bo Kurdistan û Iraq û cîhanê saleke pir bi bextewerî û aramî û xweşbextî bê.
Dubare pîrozbahiyê li hemû aliyek dikim û hemû salek bi xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
9ê Tebaxa 2021ê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin