PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 53yemîn salvegera damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê (YZÎK) peyamek araste kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li hemû endamên YZÎKê kir û got ku
“Em rol, xebat û têkoşîna Mamosteyên olî û zanayên olî û Yekîtiya Zanayên Îslamiya Kurdistanê, di serdema şoreş û rûbirûbûna sîtemkarî de û her wiha amadeyî û bandora wan a niha ya li ser azadî, civaka Kurdistan û liv û tevgerên wan ên ji bo parastina mafên zanayên olî, bilind dinirxînin.
Mamoste û zanayên olî, roleke girîng ji bo pêşdebirina rihê tebayî, lêborîn û pevrejiyana aştiyane, rûbirûbûna teror, gotara tundûtîjî û parastina nirxên ciwan ên civaka Kurdistanê dilîzin, di gehandina peyamên baş de erkeke pîroz li ser milê wan e û nîştimanperweriyê dikin. Ji ber vê yekê wekî her tim spasiya wan dikin û piştevaniya wan dikin û tekezî li ser parastina mafên wan û baştirkirina rewşa jiyana wan dikin.
Xwedayê mezin parêzer û piştîvanê tevahiya me be û ez hêviya serfiraziyê ji bo tevahiya aliyan dixwazim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin