PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane li dar dixe û dabeşkirina nefta spî û çend pirsên din gotûbêj dike.
Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, îro 19/1/2022an Encûmena Wezîran civîna xwe ya heftane bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li dar dixe.
Herwiha eşkere kir, di civînê de ev pirsên li jêr tên guftûgokirin:
- Pêşkêşkirina pêşniyarên civîna Komîta darayî ya taybet bi rêkxistina hin babetên girêdayî bi wezaretên Navxwe, Çandinî û Çavkaniyên Avê, Tendirustî, Bazirganî û Pîşesazî.
- Pêşkêşkirina pêşnayara ji bo hêsankirina vegerandina pêşîneyên darayî, bac, cezayên darayî û xercên milkên dewletê.
- Agahdarkirina Encûmena Wezîran bi proseya dabeşkirina nefta spî li ser welatiyan ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin