PeyamaKurd- Amerîka, xelata bo serê serokê DEAŞ ê yê nûh 5 mîlyon dolarî danîbû lê niha derxist 10 mîlyon dolarî. Ew 10 mîlyon dolar bo ew kesê ku nasnameya serokê DEAŞê yê nû Emir Muhammed Saîd Abdurrahman el-Mewla bide an alîkariya tesbîta ciyê wî bike, wê ew pere bide wî kesî.
Wezareta karên derve ya Amerîkayê piştî operasyona bi ser serokê DEAŞ ê yê berê Ebûbekir Bexdadî ku wî di operasyonê de kuştibû, di derbarê kesê ku ketibû şûna wî yê bi navê Mewla de ragihandineka dinê ya nû kir.
Wezaret xelatê ji 5 mîlyon dolarî derxist 10 mîlyon dolarî. Ev tê vateya ku xelat derketiye du qatî. Xelata bi 5 mîlyonî, di meha tebaxa sala 2019 an de hatibû danîn. Wezaret di ragihandina xwe de got ku Mewla, xelkê Êzîdî ji rojavayê bakûrê Iraqê direvand û dibir wan dida kuştin.
Mewla, di sala 1976 an de li Mûsilê hatiye dinyayê û berê têkiliya wî bi rêxistina El-Qaîde re hebûye. Wezareta karê Derve ya Amerîkayê, di 17 ê adarê de, Mewla xistibû lîste ya “taybet ya kureyî ya terorîstan”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin