PeyamaKurd- Ji Koşka Kremlînê hat ragihand ku di derbarê Serokê Koma Wagnerê Yevgeny Prigojin de agahî di destên wan de tunene.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Kremlînê ve hat dayîn de hat gotin ku “Em nizanin Prigojin li ku derê ye. Putin dê bang li artêşê bike.”
Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin jî di axaftina xwe ya ji bo leşker û cerdevanên ku di dema serhildana endamên Wagnerê de li ser wezîfeyê bûn got,
"We rê li ber şerê navxweyî girt. Artêş û gel bi serhildêran re ranewestiyan. Ji bo tepeserkirina serhildanê ne hewce bû ku em leşkerên li Ukraynayê şer dikin vekişînin."
Serokê Berevaniya Niştimanî ya Rusyayê Viktor Zolotov jî axivî û wî jî got ku pasevaniya niştimanî ya Rusyayê dê bi çekên giran û tankan were çekirin, piştî ku hat wê astê ku neçar bimîne Moskowê li hember çekdarên giran biparêze.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin