PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di encama operasyona li herêma navçeya Licê ya Diyarbekirê de 2 PKKyîyan can daye. HPGê jî ragihand ku wan li Dersîmê çalakiyeke sûîqestê kiriye û di encamê de leşkerekî can daye.
Li gorî daxuyaniya wezareta Tirkiyê li Liceyê operasyoneke bi piştgiriya balafiran hatiye destpêkirin û di dema wê operasyonê de 2 PKKyî hatine kuştin.
Baskê PKKê yê leşkerî HPGê jî ragihand ku 6ê Hezîranê li demjimêr 14:00 li dijî qereqola Amutka ya Hozat a Dersîmê çalakiyeke sûîqestê hatiye kirin û di encamê de leşkerek hatiye kuştin.
Di daxuyaniya HPGê de herwiha behsa bombardimanên artêşa Tirkiyê yên li Bazidê û herêma Zapê hat kirin û hat gotin ku ti windayiyên wan çênebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin