PeyamaKurd - Serokê Sûriyê Beşar Esed di beşeke hevpeyvîna xwe ya digel televizyona Russia 24 de ku doh beşek jê hatibû belavkirin, dibêje, pirsa Kurd li Sûriyê ‘xeyal û derew e’ û ji bo hêzên Kurd jî dibêje, terorîstan û Amerîkiyan kelgehên petrolê yên herî girîng li Sûriyê dagir kirin.
Esed di heman hevpeyvînê de gotibû, ew dê berê xwe bidin herêmên Kurdan ku HSD kontrol dike ku piştî rizgarkirina Idlibê rêya herêmên rojhilat ji wan re vedibe.
Serokê rejîma Sûriyê derbarê êrîşên Tirkiyê yên li Idlibê de jî dibêje: “Ewên (Kurd) ku beyannameyên tund li dijî Tirkiyê derdixin, heta niha guleyek li dijî Tirkiyê neteqandine û em bi tenê şerê Tirkiyê dikin, ji ber ku biryara vê Amerîkî didin.”
Esed got ku “divê Erdogan piştgiriya terorîzmê berde daka rewşa asayî bibe, lewra di navbera gelên Sûriyê û Tirkiyê de dijminatiyek nîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin