Li Herêma Kurdistanê 21 kesên din ji ber Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 21 kesên din ji ber Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê 771 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 21 kesan jî bi Koronayê can dan.

Li gor Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê eşkere kir; di 24 saetên dawî de, 771 kes bi vîrûsa Koronayê ketin, 241 kes li Hewlêrê, 115 kes li Silêmaniyê, 41 kes li Germiyanê, 23 kes li Raperînê, 336 kes li Duhokê û 15 kes li Helebceyê ne.

Herwiha Wezaretê diyar kir, ji do de 21 kesan ji ber vîrûsa Koronayê can dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 4 kes li Raperînê, 8 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ne.

Di 24 saetan dawî de 392 pêketî ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku 123 kes li Hewlêrê, 22 kes li Silêmaniyê, 31 kes li Germiyanê, 4 kes li Raperînê, 177 kes li Duhokê û 35 kes li Helebceyê ne.

Li gorî amarên dawî, hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 83 hezar û 376 kesan. 52 hezar û 72 kes ji wan baş bûne û 2 hezar û 637 kes jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin