PeyamaKurd- Li paytexta Iraqê li Bexdayê ji bo avakirina hikûmeteke nû têkiliyên partiyên siyasî dewam dikin. Di vê dema krîtîk de li meydana Bexdayê êrîşeke xwekuştinî pêk hat. Di encama êrîşê de 8 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çapemeniya Iraqê, êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin, ne zelal e û heta niha jî ti kesî êrîş negirtiye ser xwe.
Piştî êrîşî heta niha ji aliyê erkdarên Dewleta Iraqê ve ti daxuyanî nehatine kirin.
Di van rojên ku hikûmeta nû tê avakirin de, tirs heye ku êrîşên wiha berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin