PeyamaKurd – Krîza Idlibê ku bûye sedema nakokiyan di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, encamên xwe yên nû derdixe holê ku tê gotin, Rûsya ji ber destwerdana Tirkiyê ya Sûriye-Idlibê amadekariya sepandina cezayên aborî dike.
Rojnameya Komsomolskaya Prada ragihand ku heger Tirkiye şerekî nû li dijî Sûriyê pêk bîne, dê Moskow cezeyên aborî li Tirkiyê ferz bike.
Rojnameya Komsomolskaya Pravda di nûçeyeke xwe de derbarê nakokiyên li Sûriyê yên di navbera Enqere û Moskow de wiha dibêje:
"Heger Tirkiye şerekî nû li dijî Sûriyê pêk bîne, dibe ku turîzmê li Tirkiyê qedexe bike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin