PeyamaKurd- Serokê konseya pîrbûna dinyayê Kemal Aydın bo pîrbûneka bi tenduristî agahiyên xweş da. Aydın got ku bi van pêngavan, kesên bi mêzên û bê ku ji ûsûlê derkeve bijî, dikare heya 120 salan bijî.
Aydın got bo jiyaneka bi rêk û pêk divê di jiyanê de mêzêneka baş hebe. Jiyana ji kul û kederan dûr, bi hûzûr û bi mêzên, dike ku mirov bi tevger û bi tenduristî jiyana xwe derbas bike. Aydin got ku rabûna serê sibê ya zû û razana zû, ji sirrên jiyana dirêje. Divê mirov jiyana xwe di cuha wê de û bê ku mirov ji sînor dûr bikeve bijî û weha dewam kir:
“Xwarina kêm, xewa kêm, derbaskirina wextê xwe bi kesên rast re, avê zêde vexwe, sporê bike û îbadetê bike an ku di jiyaneka baş de divê mêzêneka baş hebe. Kesên ku di sînorê xwe bi mêzên jiyana xwe dewam bike, dikare heya 120 salan bijî. Di jiyanê de mêzên girîng e. Di jiyanê de wext gelek girîng e. Rabûn û razana zû girîng e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin