Dengdana li derve bi dawî bû

Dengdana li derve bi dawî bû

PeyamaKurd Dengdana li nûnertiyên derveyê welat ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokomariyê ku dê di 28ê Gulanê de li Tirkiyê bê kirin, bi dawî bû.

Her çend dema dengdanê ji 12 rojan dakete 5 rojan, lê rêjeya beşdarbûnê û hejmara dengan rekorên hemû deman şikand. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind daxuyand ku heta saet 20.00an hejmara hilbijêrên ku li dervayê welêt rayên xwe dane milyonek û 856 hezar û 968 e.

Dengdana li gumrikê wê heta 28ê Gulanê berdewam bike.

Dengdana li derveyî welat di tûra yekemîn a hilbijartinê de di 28ê Nîsanê de dest pê kir û di 9'ê Gulanê de bi dawî bû.

Li gorî encamên dawî yên YSKê, di tûra yekemîn de 12 rojan bi giştî milyonek û 691 hezar û 287 hilbijêr çûne ser sindoqan û dengê xwe dane. Van hilbijêran 1 milyon û 676 hezar û 268 dengên derbasdar dane. Hejmara dengên nederbasdar tenê bû 15 hezar û 19. Rêjeya beşdarbûna hilbijartinên li derve ji sedî 49,40 hat ragihandin.

Deng dê biçin Tirkiyeyê. Piştî ku sindoq di 28ê Gulanê de bi dawî bibin wê hejmartina dengan destpê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin