London: Li Derya Sor êrîsên li dij kestiyan zêde dibin

London: Li Derya Sor êrîsên li dij kestiyan zêde dibin

Peyama Kurd – Brîtanyayê ragihand ku li Derya Sor, di du mehên dawî de hejmara keştiyên ku rastî êrîşan tên gihîşt 6an.

Navenda Operasyonên Bazirganîya Deryayî ya Îngîltereyê ya girêdayî Hêza Deryayî ya Brîtanyayê bi daxuyaniyekê fikarên xwe yên mezinbûna xeteriya li dij keştiyan a li Derya Sor ji raya giştî re aşkere kir.

Navenda Operasyonên Bazirganîya Deryayî ya Îngîltereyê da zanîn ku li Derya Sor, di du mehên dawî de hejmara keştiyên ku rastî êrîşan hatine gihîştîye 6an.

Navenda Operasyonên Deryayî di daxiyaniya xwe de ragihand ku li peravên Yemenê, li dijî keştiyeke din ya Brîtanyayê êrîş pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku keştiya bi ala Hong Kongê li ber deriyê Tengava Bab El-Mendab bi mûşekeke tu ew payîn dikin ji Yemenê hatiye avêtin hatiye armanckirin lê belê mûşek li keştiyê neketiye.

Di daxuyanîyê de hate destnîşankirin ku piştî êrîşê, kesên ku xwe wek Hêzên Deryayî yên Yemenê bi nav kirine, bi keştiyê re pêwendî saz kirine û ji xwestine ku berê rotaya keştiyê bidine ber bi Yemenê.

Ji alî din ve rayedarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê diyar kirin ku keştiya ku hatiye armanckirin ya kompanyaya Maersk a Danîmarkî ye û ji Ûmmanê ber bi Erebîstana Siûdî ve çûye.

Rêxistina Hûsî ya girêdayî rejîma Îranê ku li Yemenê desthilatdar e, berpirsyariya êrîşê girte ser xwe.

Hûsîyan angaştin ku ji ber keştîyê bersiv nedaye bangên teslîmbûnê, ji alîyê dronên wan ve hatiye armanckirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin