PeyamaKurd- Enstîtuya Aboriya Netewî û Lêkolînên Civakî (NIESR) ku navneda wê Londra ye, di mijara veqetandina Brîtanyayê ji Yekîtiya Awrûpayê, bi awayeka nivîskî peyamekî belav kir.
Di peyama xwe de ragihand; eger di şertên niha de Brîtanya ji Yekîtiya Awrûpayê veqete, di sala 2029an de wê Hasila Nesafî ya Navwelatî li dora %3.5 dakeve û ev veqetandin wê li ser dewleta Brîtanyayê bi 70 mîlyar Sterlînî bibe mal. Enstîtû weha dewam dike:
“Aboriya Brîtanyayê ji aliyê nezelaliya aborî û siyasî de, sî li ser e. Piştî veqetandinê, wê dahatûya aboriyê bimîne li ser danîna têkiliyên bazirganî. Hêdîbûna daxwazên kureyî, nezelaliya aboriya Brîtanyayê zêdetir dike.”
Li gor vê pêdeçûnê; di dawiya salên 2019 û 2020 de dê aboriya Brîtanyayê karibe %1.5 pêş de here.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin