PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz îşaret bi wê yekê kir, eger şerê li Ukraynayê bi dawî bibe, ew dikarin vegerin hevkariya aborî ya bi Moskowê re.
Scholz da zanîn, amadekariya vê serdemê girîngiyek bingehîn e û got, “Tiştek diyar e, têkiliyên me yên niha paşde çûne.”
Lêbelê, Rûsyaya ku şer bi dawî anîbe, pêdivî bi şansê heye ku bi hemwelatiyên Rûsî yên ku ji bo xwe paşerojek cûda dixwazin re, di heman demê de di demek din de ji nû ve dest bi hevkariya aborî bikin û got, ger şer biqede em ê hevkariya aborî bi Moskowê re bikin.
Da zanîn ku wê niha ev yek neqewime, berevajî vê, wan mueyîdeyên li dijî Rûsyayê tundtir kirine û got, “Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi şerê xwe ne tenê binesaziya Ukraynayê, bajar û gundên Ukraynayê wêran dike, di heman demê de jiyana gelek kesan jî tune dike. Herwiha Pûtîn paşeroja Rûsyayê jî xera dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin