PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser rêkeftina Idlibê ya ligel Tirkiyê axivî û diyar kir: “Em li ser wê pêdagir in ku rêkeftina ligel Tirkiyê bi temamî bê cîbicîhkirin.”
Li gor medya Rûsî, Sergey Lavrov li Moskowê piştî hevdîtina ligel Wezîrê Karên Derve yê Misirê, derbarê Sûriyê de ji rojnamevanan re axifî û da zanîn: “Li herêma Idlibê, hebûna terorîstan berdewam e. Gefa terorîstan berdewam e û herwiha zêde dibe. Terorîst êrîşî artêşa Sûriyê dikin û hewl didin êrîşî hêzên Rûsî jî bikin.”
Lavrov di derbarê rêkeftina ku bi Tirkiyê re hatiye kirin de dibêje: “Ji ber vê yekê Rûsya, pêwîst dibîne rêkeftinên ku di navbera Pûtîn û Erdogan de hatine kirin, bên cîbicîhkirin. Pêwîst e guhertina cilên nû li ber çav neyê girtin û di serî de çekdarên Heyet Tahrîr Şam terorîstên li Idlibê bên îzolekirin. Di encamê de divê grûpên terorîst bên bêbandorkirin.”
Li gor rêkeftina Idlibê ku di 5ê Adara 2020an de ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin ve hat îmzekirin, divê terorîst û hêzên opozîsyonê yên Idlibê ji hev bên cudakirin. Lê Rûsya gelek caran derbarê cîbicînekirina rêkeftinê de ji aliyê Tirkiyê ve nerazîbûnên xwe tîne ziman û êrîşan li dijî grûbên terorîst pêk tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin