PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê 3 girtiyên kurd ên 33 sal berê hatibûn girtin, îro danê sibehê beriya werin îdamkirin hatin efû kirin û berdan.
Li gorî zanyariyên Hengawê belav kirine, biryar bû îro 16ê Adarê danê sibê 3 girtiyên kurd ên di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de ji ber kuştina kesekî werin îdamkirin, lê berî çend dejimêran ji aliyê malbata kesê kuştî ve hatin efûkirin û dadgehê biryara azadkirina wan da.
Hat zanîn ku ew her sê welatiyên kurd, Seîd Armet û Osman Sehrayî û Ceifer Îsmaîlî, 33 sal berê li ser kuştina kesekî hatibûn girtin û malbata kuştî daxwaza sizayê qisasê kiribû ku ew dosyeya herî kevin a kuştinê bû li Îranê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin