PeyamaKurd – Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Kendava Erebî di hikûmeta Erebistana Siûdî de, Adil Cubeyr bersiva Tevgera Ensarulla (Husiyan) a Yemenê ya rawestandina êrîşên bi ser Siûdî de da.
Adil Cubeyr, di yekem bersiva li ser navê welatê xwe de got ku Siûdî çavdêriya kiryaran dike ne ya gotinan û diyar kir, ew dê bicihanîna daxuyaniya Hûsiyan bişopînin.
Serokê encûmena siyasî ya Yemenê ku ser bi Husiyan ve ye, Mehdî Meşat ragihandibû ku ew projeyeke bo aştiya li Yemenê û rawestandina êrîşên balafirên bêmirov bi ser Siûdî de radigihînin.
Husîyên Yemenê ku şîe ne, alîgirên Îranê ne û Îran alîkariya darayî û çekan bi berdewamî bo wan dike.
Hefteya borî êrîşeke mezin bi ser Saudî Aramco de encam dabû û bo demekê hilberîna petrolê hatibû rawestandin ku Hûsî û Îran wekî berpirsê wê êrîşê hatibûn dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin