PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) û parlamenterê Stenbolê Zekeriya Yapicioglu ragihand ku divê sîstemên eyalet, xweserî û federasyonê bi serbestî bêne nîqaşkirin.
Yapicioglu di gotûbêjên budçeyê de axivî û diyar kir: "Bi aliyên erênî û neyînî ve, em dibêjin; divê bi serbestî nîqaş li ser sîstemên eyalet, xweserî û federasyonê bên kirin. We go temam? Heke hûn tişta dixwînin fêhm nakin, naxwe li vê derê rûnenên. Heke tiştê dixwînin fêm dikin û berevajî dikin jî gotina me ji we re nîne, hûn tişta layiqê xwe dikin.”
?HÜDA Par Genel Başkanı Zekeriya Yapıcıoğlu:
— Gerçek Gündem (@gercekgundem) December 26, 2023
?️"Eyalet sistemi, özerklik ve federasyon gibi yönetim modelleri üzerinde serbestçe tartışılabilir"
?CHP Grup Başkanvekili Ali Mahir Başarır:
?️Utanmıyor musunuz? Gaffar Okkan'ın kemiklerini sızlatıyorsunuz. Hizbullah'ın… pic.twitter.com/HTmu99uL6S
Li er van gotinên Yapicioglu, koma CHPê bertekek tund nîşan da û parlamenterê CHPê Alî Mahir Başarir xwest bersivê bide. Başarir got: “Yên van gotinan dikin gelo li vî welatî çî têne îlankirin û parastina budçeyê ji vî camêrî re dihêlin. Ez ji vê şerm dikim.”
Li aliyê din Wezarê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç, li ser gotinên Zekeriya Yapicioglu daxuyanî da û li ser xalên neguher ên makezagona Tirkiyeyê ragihand: "Nîqaşkirina li ser xalên neguher ni mimkun e. Tiştekî wiha qet nepêkan e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin