PeyamaKurd – Wezîrê Perwerdê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand ku di mehên Îlon û Cotmeha îsal de 42 kreş û avahiyên nû yên dibistanan wê têkevin xizmetê.
Wezîr Alan Heme Seîd di daxuyaniya xwe ya îro de amaje bi wê yekê kir, ku di salên borî yên kabîneya nehê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de 152 avahiyên nû ketine xizmetê û heta dawiya meha cotmehê dê hejmara avahiyên nû bigihêje 194 avahiyên nû.
Alan Heme Seîd diyar kir ku avahiyên nû bi budçeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, projeyên sermayeguzariyê û piştgiriya xêrxwazên navxweyî û navdewletî hatine temamkirin.
Wezîrê Perwerdeyê diyar kir ku wê di meha îlon û cotmehê de 42 kreş û avahiyên nû yên dibistanan bikevin xizmetê û got, "Di vê kabîneyê de, me karî cihên nû ji bo zêdetirî 100 hezar xwendekaran di sektora giştî de bi avahîyên nû û odeyên zêde vekin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin