PeyamaKurd - Piştî ku Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr bang li aligirên xwe kir ku ji Herêma Kesk û parlamentoyê vekişiyan, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ku yek ji partiya Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîeyên Iraqê ye daxuyaniyek belav kir.
Malikîyê ku beriya niha gef li Tevgera Sedr xwaribû û bi çek û pasevanan dîmenên wî hatibûn belavkirin li ser banga Sedr a vekişîna ji Herêma Kesk ragihand, "Hêz nikare rewşeke siyasî ferz bike û yên din neçar bike ku li gorî wê rêgezê bişopînin."
Malikî di peyama xwe de gotiye, “Yê ku şer dest pê kiribe nikare rê li berê bigre yan jî kontrol bike û berhem jî jê dernakeve. Di şûna wê de, faktorên navxweyî û derve hene ku rewşa xwînrêj dihêlin an jî rawestînin.”
Nûrî Malikî daye xuyakirin, "Her kesê soz daye ku sîstema siyasî biparêze û di bin sîwana destûr û qanûnê de bixebite, divê em her kiryareke çewt a her aliyekî, red bikin"
Hêjayî gotinê ye, Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr doh vekişîna xwe ya siyaseta Iraqê ragihandibû û piştre alîgirên Tevgera Sedr derketibûn kolanan û bi ser Herêma Kesk a Bexdayê de girtibûn.
Di şer û pevçûnên derketibûn de jî herî kêm 25 kes hatibûn kuştin û 380 kes jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin