Holland: Balafirên ser ên Rusyayê, hatin rawestandin!

Holland: Balafirên ser ên Rusyayê, hatin rawestandin!

PeyamaKurd- Rayedarên Hollandê ragihand ku balafirên şer ên Rusyayê yên ku nêzî qada asîmanî ya welatê wan bûne, hatin rawestandin

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Hollandê ve hat dayîn, hat ragihandin ku vê sibehê saet di 07:00an de 2 balafirên şer ên F-16 ên aîdê Rusyayê, nêzîkî qada asîmanî ya Hollandê bûne û hat diyarkirin ku ew balafir li qada asîmanî ya Denmarkê hatine rawestandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bûyerên bi vî rengî kêm in, lê dîsa jî girîngiya bicihkirina bilez nîşan didin.

Her wiha hat destnîşankirin ku balafirên F-16 ên Hollandî, 24 saetan di nobetê de ne û heger hebûna balafireke biyanî were tespîtkirin, di nav çend xulekan de dikarin bên çalakkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin