PeyamaKurd - Li beşeke girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê li Tirkiyê, 44 girtî û mehkûm bi vîrûsa koronayê ketin.
Hat ragihandin ku di encama testên hatine kirin de, 44 kes encamên wan pozîtîf derketine û 2 ji girtiyan jî li nexweşxaneyê têne dermankirin.
Li gorî ragihandina Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoy a Stenbolê, li Saziya Înfazê ya Girtîgeha Sîlîvrî 44 girtî û mehkûm bi nexweşiya vîrûsa korona (Covîd-19) ketine.
Serdozgerî dibêje; “Piştî testa 2 girtiyan pozîtîf derket, testên 42 girtiyên din jî hatin kirin. Di testa van girtiyan de jî vîrûs hat tespîtkirin. Ji girtiyên testa wan pozîtîf derketin 2 jê li nexweşxanê û yên din jî li girtîgehê xistin karantînayê.”
Li girtîgeha Silîvrî zêdetirî 20 hezar girtiyên ji dozên cuda dimînin ku belavbûna koronayê dibe metirsiyeke mezin li wê girtîgehê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin