Du karmendên girtîgeha Silêmaniyê bi koronayê ketin

Du karmendên girtîgeha Silêmaniyê bi koronayê ketin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber pêketina 2 karmendên girtîgeha Silêmaniyê bi vîrusa koronayê, çûna wan karmendan ser kar ji bo çend rojan hate ragirtin.

Hat zanîn du karmendên girtîgeha Silêmaniyê bi vîrusa korona ketine û ji bo parastina canê girtiyan û karmendên din çûna wan a kar hatiye ragirtin.

Li gorî zanyariyan ew herdu karmend li derveyî girtîgehê bi koronayê ketine û biryar hatiye dayîn ji 17ê Hezîranê heta 28ê mehê bikevin bêhnvedanê û neçin kar.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin