Amerîka: Êrîsa dijber a Ukraynayê, ne bi lez e

Amerîka: Êrîsa dijber a Ukraynayê, ne bi lez e

PeyamaKurd- Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby, di derbarê rewşa dawî ya şerê Rusya û Ukraynayê de axivî.

John Kirby, li Koşka Spî di civîneke çapemeniyê de li ser êrîşa Ukraynayê ya li dijî Rusyayê de nirxandin kirin û got,

"Gelo hûn difikirin ku êrîşa Ukraynayê li dijî Rusyayê hêdî bi pêş ve diçe? Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî got ku pêvajo bi qasî ku ew dixwazin bi pêş ve naçe. Ew nikarin wekî ku dixwazin pêşde biçin."

Kirby diyar kir ku dê Amerîka di vê mijarê de helwestê nîşan nede û got, "Lê belê Ukrayna pêşveçûnê dike. Ev ne sekinandinek e."

John Kirby anî zimên ku wan heta niha alîkariyên daxwazkirî pêşkêşî Ukraynayê kirine û tekez kir ku Washington dê berdewam be li ser dabînkirina hemû pêdiviyên Ukraynayê ji bo êrîşên dijber.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin