Afrîqayê bertek da Rûsyayê: Em ji pistê ve kêr kirin

Afrîqayê bertek da Rûsyayê: Em ji pistê ve kêr kirin

PeyamaKurd – Di demeke ku bang li Rûsyayê dihat kirin ku maweya Peymana Korîdora Genimê dirêj bike, Kenyayê ev biryara li ser peymanê wekî "kêr ji piştê" nirxand.

Bi biryara Rûsyayê ya dirêjnekirina Peymana Korîdora Genim a ku ji bo gelek welatan jiyanî ye, dibe ku li cîhanê bibe sedema krîza xwarinê.

Ukrayna ku îxracata gelek welatên cîhanê dike, ji ber şer girêda. Bi saya Peymana Korîdora Genim, Ukrayna ku dîsa dest bi bazirganiyê kir, karî miqdarek mezin genim bişîne welatên Afrîkayê yên ku bi bandora hişkesaliyê re têdikoşin. Lê belê bi dawîbûna peymana 17ê Tîrmehê re pirsgirêka ku wê bibe sedema krîza erzaqê dîsa derket holê.

Peymana ku ji dema ku di Tîrmeha 2022an de ket meriyetê sê caran hate nûkirin, hişt ku keştiyên kargo bi rêya korîdorek ewleh bigihîjin benderên Ukraynayê yên Odessa, Chornomorsk û Yuzhni/Pivdennyi.

Li gorî nûçeya BBC Tirkî, gelek çavdêrên navneteweyî matmayî man ku Kremlînê çend roj beriya lûtkeya Rûsya-Afrîqayê ya ku wê di 27-28ê Tîrmehê de bê lidarxistin, biryareke wiha daye.

Hikûmeta Kenyayê biryara Rûsyayê wek "kêr li piştê" bi nav kir û da zanîn ku bandorên wê bi awayekî nelirêtî bandor li welatên li Kevana Afrîkayê kiriye.

Zêdetirî 50 mîlyon mirovên li Somalî, Kenya, Etiyopya û Sûdana Başûr ji ber hişkesaliyê hewcedarê alîkariya xwarinê ne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar dike, peymana genim 625 hezar ton alîkariya xwarinê dide van welatan.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin