PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din bi moşkên katyuşa car din êrîşek li ser Herêma Kesk a Bexdayê ku Balyozxaneya Amerîka jî li wir e, hatiye kirin ku pergalên berevaniya asmanî yên Amerîkî Patriotan ew êrîş pûç kiriye.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên ewlehiya Iraqê, pergala berevaniya asmanî Patriotan moşekên katyuşa li asman ruxandine û nehiştine êrîş bi ser bikeve.
Ji meha borî ve ev bêhtirî 202 car in êrîş li ser Herêma Kesk a Bexdayê têne kirin ku ew êrîş ji aliyê hêzên girêdayî Îranê pêk tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin