Destûra kar a Balyozê fexrî yê Belarûsê bi awayekî demkî hat ragirtin

Destûra kar a Balyozê fexrî yê Belarûsê bi awayekî demkî hat ragirtin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê hişyariyê dide û diyar dike: ‘‘Koçberên Iraqî li Belarûsê di metirsiyeke rasteqîne de ne û ketine destê kesên bazirganiyê bi mirovan dikin. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de da zanîn, koçberên Iraqî li Belarûsê di metirsiyeke rasteqîne de ne û ketine destê kesên bazirganiyê bi mirovan dikin.

Sehaf eşkere kir, hemû geştên rasterast ên ji bo Belarûsê hatine rawestandin û destûra kar a Balyozê fexrî yê Belarûsê li Bexdayê bi awayekî demkî hat ragirtin.

Herwiha Sehaf destnîşan kir: “Ev pêngav ji bo parastina welatiyên Iraqî ji torên qaçaxçiya mirovan a di riya Belarûs û Polandayê re tê.

Herî dawî da zanîn, Balyozxaneya Iraqê li Mosko û Varşova hevkariyê dikin ji bo kesên li sînorên Belarûs û Polandayê asê mane, bi arazûya xwe vegerin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin