PeyamaKurd - Li gundê Çemişko yê ser bi navçeya Zaxo, di nav avê de cesedên du xortên xelkê Şingalê hatine dîtin.
Cesedên du xortan, li gundê Çemişko yê ser bi navçeya Zaxo ya Duhokê, bi awayekî ku di nav avê de xeniqîne hatine dîtin.
Hat ragihandin ku herdu xort jî xelkê Şingalê ne û li kampa awareyan a Çemişko niştecih bûn.
Li ser nav û temenên herdu xortan hat diyarkirin ku navê xortekî Eymen Qasim Ûso ye û 15 salî ye, navê xortê din jî Îlyas Qasim Sîdo ye û 17 salî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin