PeyamaKurd-Ji ber ku şewata New Mexsicoyê li 650 kîlometrekareyan belav bû, Amerîkayê herêm wekî ‘Herêma Karesatê’ destnîşan kir. Hat zanîn ku dê ev biryar, bandorên erênî li ser avadana ji nû ve ya herêmê bike.
Li 5 xalên New Mexicoyê, ji 6ê Nîsanê ve ye agir vêketiye û heta niha ji %20ê şewatê hatiye kontrolkirin. Ji ber ku alavên êgir 650 kîlometrekareyan derbas kir, herêm ji aliyê Amerîkayê ve wekî herêma karesatê hat destnîşankirin. Endama Meclisa Nûneran, Teresa Leger Fernandez li ser rewşa herêmê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de jî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden, pêşniyaza ku herêm bibe herêma karesatê, erê kiriye.
Hat ragihandin ku ji ber agirê nayê vemirandin, li derdora çiyayên Cristo yên Sangreyê, nêzîkî 15 hezar û 500 mal hatine valakirin û 170 malan jî ziyan dîtine. Rayedar didin zanîn ku bi banga herêma karesatê re piştî ku mercên guncav pêk werin, ew ê xelkê car din li herêmê bi cih bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin