PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî de axaftinekî kir. Lê di axaftina xwe de berê tîrên xwe da ser Îsraîlê. Erdoğan di axafitna xwe de weha got:
“Ez meraq dikim bê ev Îsraîl ku derê ye. Axa wan heya ku derê ye? Îsraîl têr nabe. Niha jî, derdê wî ew e ku erdê dinê jî bixe destê xwe. Ez ji ser kursiyê Neteweyên Hevgirtî dipirsim; gelo sînorê dewleta Îsraîlê heya ku derê ye? Ez di hûzûra we de dibêjim dinya ji 5an mezintire. Wext hatiye ku em zêhna xwe, dezgeyên xwe û qaîdeyên xwe biguhêrin.”
Erdoğan got ku Neteweyên Hevgirtî piştî şerê cîhanî yê duyem hatiye avakirin û armanca avakirina wê ew bû ku bêdadweriyê ji holê rake û weha dewam kir:
“Lê îro civaka navdewletî nema kare çareseriyê bo terorê, birsê, sefalet û bo guherandina îklîma dinyayê çareseriyan bibîne. Tesbît û hedefa ku we daye ber xwe, wek Çareseriya feqîriyê, perwerdeya bi qalîte, têkoşîna bi guherandina îklîmê re gelek başe lê divê em bizanibin bê em dikarin bi hevre çi bikin?”
Erdoğan behsa krîza Sûriyê kir û got ku wext hatiye dawî li krîzê bînin. Krîz hem barê Tirkiyê jî sivik dike ji ber ku li Tirkiyê di ser 3 mîlyonan de koçberên Sûriyê hene û di 8 salan de Tirkiye bo wan 40 mîlyar dolar pere xerc kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin